Îran hinardekara yekê ya madeyên hişber e ji bo Îraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Roj bi roj hejmara bazirgan û bikarînerên madeyên hişber li Îraqê zêdetir dibe. Ji ber metirsiya amaran, wezîrên navxwe yên Îraq, Urdin, Sûriye û Libnanê pêxemetî danana rêçareyekê ji bo kontirolkirina wê diyardeyê civiyan.

Di van çend salên dawiyê de, Îraq bûye meydana bazara madeyên hişber ên welatên dî. Hejmara bazirgan û bikarînerên wan madeyan roj bi roj zêdetir dibe û hind e ji kontirola hikûmetê derbikeve.

Amarên belavbûna madeyên hişber bi rengekê wesa metirsîdar in, wezîrên navxwe yên her çar welatên Îraq, Urdin, Sûriye û Libnanê pêxemetî danana rêçareyekê ji bo kontirolkirina wê diyardeyê li Emana paytexta Urdinê civiyan.

Dawî amarên birêvebirina berhingarbûna madeyên hişber li wezareta navxwe ya Îraqê diyar dikin, di dema sê salên borî de, zêdetirî 1200 kîlogramên madeyên hişber ji bo nav axa Îraqê hatine hawirdekirin.

Di wê demê de, zêdetirî 50 hezar kesan ji bazirgan û bikarîneran jî hatine bindestkirin, ku jiyê piraniya wan di navbera 18 heta 35 saliyê de ye.

Her li dû amaran, madeyên Kirîstal, Heşîş û hebên Keptagonê herî zêde bikarîner li Îraqê hene, ku bihayê her gramekê ji Kirîstalê bi nêzî 90 hezar dînaran kirîn û firotin pê hatiye kirin.

Amarên wê birêveberiyê eşkere dikin, Îran li rêza yekê û Efxanistan li rêza duyê û Sûriye û Libnan jî li rêza sêyê û çarê hinardekarên serekî yên madeyên hişber in ji bo Îraqê.

Li dû ragehandina Wezareta Navxwe ya Îraqê, armanca civîna doh a navbera wezîrên derve yên Îraq, Urdin, Libnan û Sûriyeyê destpêkirina hevahengiyeka bilez e di navbera wan her çar welatan de ji bo berhingarbûna wê belavbûna metirsîdar a madeyên hişber li deverê ye.