Du kesên nêzî Hadî Amirî li Bexdayê hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) - Çavkaniyeka ewlehiyê ragehand, li qezaya Raşidiyeyê li Bakurê Bexdayê ji aliyê çend çekdarên nenas ve teqe li erebeyekê tê kirin, ku hevlingek û pismamekê Hadî Amirî tê de hatine kştin.

Çavkaniyeka ewlehiyê îro (Yekşem, 18.02.2024) ragehand, di êrîşeka çekdarî de li qezaya Raşidiyeyê li Bakurê Bexdayê, du kesên nêzî Serokê Hevpeymaniya Nebnî û Emîndarê Giştî Rêkxistina Bedir Hadî amirî hatin kuştin.

Li dû zanyarên destpêkî, ew kesên hatine kuştin li nav Rêkxistina Bedir serkirde bûn û navê yek ji kuştiyan Sebrî Amirî ye ku hevlingê Hadî Amirî ye.

Peyamnêrê K24ê li Bexdayê Şivan Cebarî got, “Piştî wê rûdanê, hêzên ewlehiyê li deverê hatine belavkirin û lêkolînên qanûnî di wî warî de hatine destpêkirin. Herwesa tê pêşbînîkirin ku Rêkxistina Bedir di derheqa kuştina wan her du serkirdeyan de ragehandinekê belav bike".

Herwesa pareka medyayên Îraqê jî behs dikin ku, ew rûdan ji ber arêşeya erdî bûye, lê bê ku aliyê teqeker bê eşkerekirin.