Karnameya Nêçîrvan Barzanî li Konfiransa Ewlehiyê ya Miyonşinê bidawî hat

Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kiriye, piştî tevlîbûna sêrojî di Konfiransa Ewlehiyê ya Mitonşinê de û civînên bi berpirs û serkirdeyên welatan re, Karnameya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Konfiransa Ewlehiyê ya Miyonşinê bidawî hat.

Nêçîrvan Barzanî bi serkirde û berpirsên bilind ên welatan re li ser rewşa ewlehî û siyasî ya Îraq û Herêma Kurdistanê, aloziyên Rojhilata Navîn, gef û astengên di rêya ewlehî û seqamgiriyê de li deverê û cîhanê, herwesa li ser pêşxistina peywendiyan û arîkariyên hevpar di warê enerjiyê û ewlehiya enerjiyê û bandorên guhertina seqayî de, danûstandin kirin û nerîna Herêma Kurdistanê di wî warî de berçav kir.

Piştî nîvroya roja Pêncşemê, 15.02.2024, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi merema tevlîbûna di Konfiransa Ewlehiyê ya Miyonşinê de serdana Almanyayê kiribû.