Dilşad Şehab: Nabe zêdetir biryara Dadgeha Federalî li ser qanûna hilbijartinan bê paşxistin

Dilşad Şehab
Dilşad Şehab

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê ragehand, “Heta niha Komisyona Bala ya Hilbijartinan a Îraqê ji aliyê demê ve ji bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê di metirsiyê de nîne, lê nabe zêdetir biryara Dadgeha Federalî li ser qanûna hilbijartinên Herêma Kurdistanê bê paşxistin.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab îro (Yekşem, 18.02.2024) di konfiranseka rojnamevanî de ragehand, “Vemana biryara Dadgeha Federalî li ser qanûna hilbijartinên Perlemana Kurdistanê bandoreka nerênî çê kiriye û nabe zêdetir em rabiwestin û çarenivîsa piroseya hilbijartinan bi paşxistinên biryara Dageha Federalî re bê girêdan”.

Dilşad Şehab herwesa amaje da, “Heta niha Komisyona Bala ya Hilbijartinan a Îraqê ji aliyê demê ve di metirsiyê de nîne. Eger roja Çarşemê dadgeh biryarê li ser wê skalayê bide, îmkan heye li dawiya meha Gulanê hilbijartin bên kirin”.

Ev jî di demekê de ye ku îro (Yekşem, 18.02.2024) Dadgeha Bala ya Federalî ya Îraqê ji bo yekalîkirina çend skalayan civiya, yek ji wan jî skalaya girêdayî pênc madeyên qanûnî yên hilbijartinên Herêma Kurdistanê bû.

Dadgeha Federalî ya Îraqê îro ji bo cara 12ê biryardana li ser wê skalayê paş xist û vê carê ji bo roja Çarşemê, 21.02.2024ê, paş xist.