Diyarbekir di hilberîna çokolatayê de pêş dikeve

Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê, qadên xwarinên taybet her ku diçe dorfireh dibe. Yek ji van qadan jî qada şîrînahiyan e. Li kargehekê cureyeke nû ya çokolatayê hat çêkirin û dest bi serlêdanên fermî hat kirin ku ev cure şîrînahî jî li ser navê Diyarbekirê were qeydkirin.

Çokolata, şîrînahiyeke taybet e ku li daristanên tropik; ji tovên dara kakaoyê tê çêkirin. Çokolataya ku bi kakao, şîr û kakilên wekî bindek, fistiq û behîvan teşe digire, ji bo tenduristî û derûniya mirovan yek ji şîrînahiyên jêneger e.

Li Diyarbekirê jî hilberîna cureyên çokolatayan her ku diçe zêde dibe. Endezyara Xurekan a vê kargehê Şenay OZGUR, di derbarê hilberîna çokolatayan de van agahiyan dide, “45 sal in kargeha me vekirî ye lê ev 20 sal in ku li vê derê çokolata tê çêkirin”.

Şenay OZGUR herwesa got, “5 şaxên me hene, em çokolatayên xwe li van şaxên xwe difiroşin. Em her roj 50 kîlo çokolata çêdikin û nêzîkî 50 cure çokolatayên me hene. Dema xwezgîniyê, dema xelatan û ji bo rojbûnan, daxwazên taybet jî ji me tên kirin û em jî li gorî wan daxwazan çokolatayan çêdikin.”

Li kargeha ku di hilberîna çokolatayê de bi pêş ketiye, hewil hatiye dayîn ku cureyên nû bên ceribandin. Ji bo vê jî hosteyan beniyên ku di çanda fêkiyan a civaka Kurd de cihekî taybet digire mînak girtiye û di cihê tirî de karamel û çokolatayê bi kar hanîne.

Ji ber ku tehmeke gelek taybet derketiye holê, niha jî xwediyên kargehê hewil didin ku vê şîrînahiya nû li ser navê Diyarbekirê bidin qeydkirin.

Hosteyê Çokolatayê Şîrîn CANLI jî got, “Beniya tirî heye, niha we li sûkan dîtine. Gûzan bi ben vedikin, di pelûla bastêqî de radikin. Me jî ev cure fêkî li çokolatayê veguherand”.

Şîrîn CANLI amaje jî da, “Me ceribandinên wê kirine û me hilberandiye. Em jî gûzan bi ben vedikin, piştre dikin nav karamelê û herî dawî dikin nav çokolataya ku em madeya wê ya xam ji Belçîkayê tînin”.

Navbirî zêdetir jî got, “Piştî di sarincan de zuwa dibin, em dişînin dezgehên xwe yên firotinê. Kêyfa bikirên me gelek jê re hat, gelek ecibandin, lewra tehma wê gelek xweş e.”

Çokolata, ji bilî tehma xwe ya xweş, ji bo tenduristiya mirovan jî gelek baş e. Lêkolînên pisporan nîşan didin ku çokolata di mêjiyê mirovan de bîra mirovan diparêze û di laş de jî pêşî li qeyrana dil digire.”