Diyarbekir di hilberîna çîkolatayê de bipêş dikeve

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê, qada xwarinên taybet her ku diçe dorfireh dibe, yek ji van qadan jî qada şîrînahiyê ye. Li kargehekê cureyeke nû ya çîkolatayê hat çêkirin û dest bi serlêdanên fermî hat kirin ku ev cure şîrînahî jî li ser navê Diyarbekirê were qeydkirin.

Çîkolata, şîrînahiyêke taybet e ku li daristanên tropik; ji tovên dara kakaoyê tê çêkirin. Çîkolataya ku bi kakao, şîr û kakilên wekî bindek, fistiq û behîvan teşe digire, ji bo tenduristî û derûniya mirovan yek ji xwarinên jêneger e. Li Diyarbekirê jî hilberîna cureyên çîkolatayan her ku diçe zêde dibe. Endezyara Xurekan a vê kargehê, di derbarê hilberîna çîkolatayan de van agahiyan dide:

Endezyara Xurekan Şenay Ozgur ji K24ê re got: “45 sal in kargeha me vekirî ye lê ev 20 sal in ku li vê derê çîkolata tê çêkirin. 5 şaxên me hene, em çîkolatayên xwe li van şaxên xwe difiroşin. Em her roj 50 kîlo çîkolata çêdikin û nêzîkî 50 cure çîkolatayên me hene. Dema xwezgîniyê, dema xelatan û ji bo rojbûnan, daxwazên taybet jî ji me tên kirin û em jî li gorî wan daxwazan çîkolatayan çêdikin.”

Li kargeha ku di hilberîna çîkolatayê de bi pêş ketiye, hewil hatiye dayîn ku cureyên nû bên ceribandin. Ji bo vê jî hosteyan beniyên ku di çanda fêkiyan a civaka Kurd de cihekî taybet digire mînak girtiye û di cihê tirî de karamel û çîkolatayê bi kar hanîne. Ji ber ku tehmeke gelek taybet derketiye holê, niha jî xwediyên kargehê hewil didin ku vê şîrînahiya nû li ser navê Diyarbekirê bidin qeydkirin.

Hosteyê çîkolatayê Şîrîn Canli dibêje: “Beniya tirî heye, niha we li sûkan dîtine. Gûzan bi ben vedikin, di pelûla bastêqî de radikin. Me jî ev cure fêkî li çîkolatayê veguherand. Me ceribandinên wê kirine û me hilberandiye. Em jî gûzan bi ben vedikin, piştre dikin nav karamelê û herî dawî dikin nav çîkolataya ku em madeya wê ya xam ji Belçîkayê tînin. Piştî di sarincan de zuwa dibin, em dişînin dezgehên xwe yên firotinê. Kêyfa muşteriyên me gelek jê re hat, gelek ecibandin lewra tehma wê gelek xweş e.”

Çîkolata, ji bilî tehma xwe ya xweş, ji bo tenduristiya mirovan jî gelek baş e. Lêkolînên pisporan nîşan didin ku çîkolata di mêjiyê mirovan de bîra mirovan diparêze û di laş de jî pêşî li qeyrana dil digire.