“Xêrxwaziya Barzanî” bi tîmeke bijîşkî ya gerok xwe digihîne nexweşên li gundên Efrînê

kurdistan24.net

Efrîn (K24) – Ji bo pêşkêşkirina alîkariya tendirustî ji xelkê gundewarê Efrînê re, navenda bijîkî ya gerok a Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî rojane serdana gundan dike û rewşa nexweşan dişopîne. Xelkê Efrînê dibêjin, ji dema hatina Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve, barê wan divik kiriye.

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê, navendeke bijîşkî a gerok digel tîmeke bijîşk û karmendên tendirustiyê ava kiriye û li gundên Efrînê digerin û alîkariyên bijîşkî û dermanan ji nexweşan re pêşkêş dikin.

Endama Dezgeha xêrxwaziya Barzanî Dr. Cîhan Beko ji K24ê re got: “Em hewl didin xwe bigihînin hemû gundên Efrînê û xizmetên bijîşkî ji nexwaşan re pêşkêş bikin. Xelkê Efrînê ji ber rewşa şer û erdhejê, pêwîstiya wan bi alîkariyê, bi taybet ku gundin hene ji navenda bajarê Efrînê dûr in, ji ber wê em hewl didin ku xwe bigihînin wan gundan û xizmetên bijîşkî ji çareserî û dermanan ji wan re pêşkêş bikin.”

Li gundewarê Efrînê rewş zehmet e, xalên bijîşkî kêm in û derman yan nîne yan jî hebe, gelekî giran e. Navenda Bijîşkî ya Gerok a Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bo xelkê wê navçeyê, gaveke giring e û cihê dilxwşiya xelkê ku dibêjin, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, gelekî barê wan sivik kiriye.

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku piştî erdheja sibata 2023an ve derbasî Efrînê bûye, gelek alîkarî pêşkêşî neşticiyên Efrîn kiriye, di heman demê de jî gelek navend û çalakî bo başkirina derûniya zarokan vekirine.