Parêzgeha Loristanê ya Rojhilatê Kurdistanê wek parêzgeha piran tê naskirin

Pira Keşkane
Pira Keşkane

Navenda Nûçeyan (K24) – Zêdetir ji 100 pirên dîrokî li parêzgeha Loristanê ya Rojhilatê Kurdistanê hene, ji ber wê jî ew wek parêzgeha piran tê naskirin. Yek ji van piran jî, pira Keşkane ye ku bi qasî du kîlometreyan dirêj e û dîrok wê vedigere berî hezar salî. Berî 5 salan beşek ji pirê di rabûna lehiyê de hilweşiya û heta niha nehatiye nûjenkirin.

Pira Keşkane ku parêzgehên Loristan û Kirmaşanê bi hev ve girêdide, di serdema Împaratoriya Hesnewî de hatiye avakirin, ku yek ji yekem mîrnişînên Rojhilatê Kurdistanê bû û mîrên wê li pey ola Yarsan bûne. Ev pire li rojavayê parêzgeha Loristanê, li bajarokê Çeganî dikeve.

Pira Keşkane ku li ser çemê Keşkane hatiye çêkirin, dirêjahiya wê 1984 metro ye û bilndahiya wê di navbera 10 û 26 metreyan de ye. Beşek ji pirê 5 sal berê ji ber rabûna lehiyê hilweşiya û heta niha nehatiye nûjenkirin û li şûna vê pirê, çend kîlometre li jêrê wê, pireke nû hatiye çêkirin.