Li Meletiyê erdhejeke bi hêza 4.3 çêbû

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Rêveberiya Rewşa Awarte û Felaketan a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand, îro li navçeya Wêranşarê ya Meletiyê, erdhejeke bi hêza 4.3 çêbûye.

Di daxuyaniya AFADê de hat diyarkirin ku erdhej îro demjimêr 12:23 li navçeya Wêranşarê ya ser bi Meletiyê ve çêbûye û 17.7 kîlometir di bin erdê de hatiye pîvan.

Di erdhejên 6ê Sibatê ku li Mereşa Bakurê Kurdistanê çêbûbûn de, yek ji bajarên ku herî zêde bandor lê bûbû jî, Meletî bû û li gorî amarên fermî; di wan erdhejan de 12 hezar û 37 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 6 hezar û 444 kes jî birîndar bûbûn.