Îran daxwaza derxistina hêzên Amerîkayê ji Îraqê dike

Hejmareka serbazên Amerîkayê li Îraqê
Hejmareka serbazên Amerîkayê li Îraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê amajeyê dide, “Mana hêzên Amerîkayê li Îraqê dibe sedema zêdetir neseqamgiriya rewşa ewlehiya Îraqê û Civata Nûneran û hikûmeta wê”.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî îro (Duşem, 19.02.2024) di konfiranseka rojnamevanî de ragehand, “Em wesa difikirin ku hebûna hêzên Amerîkayê li Îraqê çi demekê ewlehî ji bo wî welatî dabîn nekiriye û em mana wan jî wekî têkdana seqamgiriya deverê dibînin”.

Kenanî got, “Hikûmet û gelê Îraqê mafê wê yekê heye ku biryarê li ser mana hêzên Amerîkayê li Îraqê bidin. Helwesta hikûmet û gelê Îraqê jî ron e. Biryara Civata Nûnerên Îraqê di wî warî de li astê pêdivî ron e û em piştevaniya bicihhatina daxwaza hikûmet, gel û Civata Nûnerên Îraqê dikin”.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê behs kir, “Em pêdivîtiya derxistina hêzên Amerîkayê wekî arîkara ewlehiya Îraqê dibînin. Em ji wê yekê jî piştrast in ku hêzên çekdar ên Îraqê bi temamî dikarin ewlehî û seqamgiriya Îraqê biparêzin”.

Ev di demekê de ye ku ev zêdetirî 15 rojan e ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Îranê ve êrîşî hêzên Amerîkayê li Îraq û Sûriyeyê nehatiye kirin. Amerîkayê jî êrîşên xwe yên li ser wan koman ji bo tolvekirina kuştina sê serbazên xwe li Urdinê rawestandine.