Diyarbekir… Zelamê bi kêrê gef li zarokan xwarî hat binçavkirin

Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Parêzgeriya Diyarbekirê ragihand ku, ew zelamê li mizgeftekê bi kêrê gefê li zarokan dixwe û wan ditirsîne ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye binçavkirin.

Di mizgefteka navçeya navendî ya Diyarbekirê Rezan de, bi rêya kamerayên ewlekariyê yên nava mizgeftê hatibû dîtin ku, zelamek bi kêrê gefê li zarokan dixwe û wan ditirsîne.

Dîmenên vê bûyerê di medyaya civakî de belav bûn û rastî bertekên berfireh û tund hat.

Li ser vê yekê Parêzgeriya Diyarbekir ragihand ku, ew zelamê kêr di dest de bû ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye binçavkirin û proseya hiqûqî berdewam e.