Dîndar Zêbarî: Nêzî yek milyon awareyan li Herêma Kurdistanê hene

Dîndar Zêbarî
Dîndar Zêbarî

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne ku, dilxweş e wan karan diyar bike yên ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derheqa bicihanîna raspardeyên peymannameya navdewletî ji bo mafên aborî û civakî û çandî de kirine.

Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî îro (Duşem, 19.02.2024) di pêşkêşkirina gotarekê de li civîna 12ê ya gera 75ê ya lijneya girêdayî mafên aborî û civakî û çandî li Cinêvê ragehand, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê 24 qanûn diyar kirine û derxistine ku bi wê yekê re hevpêç bin a ku di peymana aborî û civakî û çandî de hatiye”.

Herwesa got, “Ji bo parastina pêkhatên olî û neteweyî, lîsta mafên netewe û ol û mezheban li Herêma Kurdistana Îraqê ji bo sala 2023ê û qanûna mafên pêkhatan a hejmar 5 a sala 2015ê derkeftine”.

Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî herwesa behs kir, “Bi merema bicihhatina şefafiyetê û berhingarbûna gendeliyê, reşnivîsa sitratejiya niştîmanî ya dijî gendeliyê li Herêma Kurdistanê li salên 2021-2025ê hat pejirandin, herwesa li sala 2023ê hejmara daxwaziyên girêdayî doza gendeliyê li Herêma Kurdistanê gehişt 393 dozan, her dîsa 248 doz ji bo dadgehê hatine şandin, ji bilî ku 103 doz hatine yekalîkirin, û 42 dozên dî jî ji ber kêmiya belgeyên pêdivî ji bo Komisyonê hatine vegerandin”.

Dîndar Zêbarî amaje jî da, “Niha nêzî 966 hezar û 992 kesên aware û penaber li Herêma Kurdistanê hene, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê 80% pêdivîtiyên wan dabîn dike”.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê rawestiyan ji bo rizgargarkirina Êzidiyên revandî bizav kiriye, ku heta îro sê hezar û 567 kes hatine azadkirin û du hezar û 640 kes jî hêşta nehatine azadkirin.

Navbirî tekez jî kir, “Qanûna berhingarbûna tundûtîjiya malbatî ya hejmar 8 a sala 2011ê mafên jinan ji hemî aliyan ve gerentî dike, herwesa pênc cihên parastinê jî ji bo jinên geflêkirî li Herêma Kurdistanê hatine vekirin”.

Di wê raportê de herwesa hatiye, Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê siyaseta parastina mafên zarokan ji bo sala 2023ê pejirand û ji bo pejirandinê ji Serokatiya Herêma Kurdistanê re jî bi rê kir.

Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî herwesa amaje da, “Bi rênimayên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kar ji bo damezrandina 20 hezar yekîneyên akincîbûnê tê kirin, ji bo wan kesên ku xwedî dahateka sinordar in”.

Di warê perwerdeyê de jî Perlemana Herêma Kurdistanê qanûna perwerdeyê ya hejmar 13 a sala 2022ê derxist, li ser vegerandina wan kesan ên ku dest ji xwandinê berdane, bi wî rengî zêdetirî 20 hezar xwendekaran ji bo dibistanan hatin vegerandin.