Weidî Silêman: Dadgeha Federalî pilaneka bihêz li dijî Herêma Kurdistanê danaye

Weidî Silêman
Weidî Silêman

Navenda Nûçeyan (K24) - Şêwirmendekê Perlemana Kurdistanê ku herwesa şarezayekê destûrî ye jî amajeyê dide, “Bi rengekê zelal diyar e Dadgeha Federalî pilaneka bihêz li dijî Herêma Kurdistanê danaye”. Herwesa dibêje, “Ew skalaya li dijî hilbijartinên Perlemana Kurdistanê pêşkêşî wê dadgehê hatiye kirin çi bingeheka destûrî û qanûnî nîne”.

Şêwirmendê Perlemana Kurdistanê û Şarezayê Destûrî Weidî Silêman îro (Duşem, 19.02.2024) taybet ji K24ê ragehand, “Dadgeha Federalî ya Îraqê ji ber biryarên xwe gomaneka zêde li ser xwe çê kiriye, xasma ku ji aliyê hindek aliyên siyasî û ecêndayên navxwe û derve tê arastekirin”.

Weidî Silêman amaje da, “Li dû encamên biryaran û xasma ji 2021ê heta niha, diyar dibe ku wê dadgehê pilaneka bihêz li dijî Herêma Kurdistanê danaye”.

Navbirî ron jî kir, “Ew skalaya li dijî hilbijartinên Perlemana Kurdistanê pêşkêşî wê dadgehê hatiye kirin çi bingeheka destûrî û qanûnî nîne”.

Wî Şêwirmendê Perlemana Kurdistanê û Şarezayê Destûrî her dîsa behs kir, “Gomanên li ser Dadgeha Federalî ji bo hemî xelkî ron bûne, ji bo mînak ev 30 sal in ku kar bi qanûna hilbijartinan li Herêma Kurdistanê tê kirin û çi arêşe nebûn, ji ber çi skala li dijî wê bê tomarkirin û skalaya wê jî bê qebûlkirin, di demekê de ku ew kesê ew skala tomar kiriye jî di çend gerên hilbijartinan de li dû wê qanûnê li perlemanê kar kiriye”.