Sefîn Dizeyî: Biryara hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê di destê Bexdayê de ye

Sefîn Dizeyî
Sefîn Dizeyî

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Ji bo destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, biryar di destê Bexdayê de ye, Tirkiyeyê bi rengekê fermî amadehiya xwe ji bo wê piroseyê diyar kiriye”.

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî doh (19.02.2024) di daxuyaniyeka rojnamevanî de ragehand, “Di konfiransên Miyonşin û Dubey de Serok Serokwezîrên Herêma Kurdisatnê civînên baş bi serkirdeyên tevlîbûyî re kirin û bi hûrî danûstandin li ser rewşa Rojhilata Navîn û rûdanên ewlehiyê kirin”.

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa got, “Danûstandin li ser arêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê û peydakirina rêçareyan ji bo wan arêşeyan tewerên serekî yên civînên Serok û Serokwezîrên Herêma Kurdistanê bûn”. Tekez jî kir, “Niha Herêma Kurdistanê ji bo çespandina ewlehî û seqamgiriya deverê karaktereka serekî ye”.

Sefîn Dizeyî di derheqa destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de amaje da, “Tirkiyeyê amadehiya xwe ji bo destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê diyar kiriye, arêşeyên xwe yên teknîkî çare kirine û boriya veguhastina petrolê jî çak kiriye. Niha biryar di destê Bexdayê de ye”.

Navbirî ron jî kir, “Ji ber biryara Dadgeha Parîsê, arêşeyek di navbera Bexda û Enqereyê de heye, divê ew di navbera xwe çare bikin. Îraq daxwaza yek milyar û nîv dolaran wekî qerebû ji Tirkiyeyê dike, lê bi rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê nêzî 10 milyar dolaran zirar li xwe kiriye”.

Dizeyî herwesa berdewamiya danûstandinan ji bo çarekirina arêşeyên hilawîstî û destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê de jî tekez kir.