Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî neftê li ser zêdetirî hezar malbatên hejar parve dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Nûnerê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Soranê radigehîne, “Di çarçoveya piroseyekê de, me dest bi belavkirina sotemeniyê li ser zêdetirî hezar malbatên hejar ên Soranê kir”.

Nûnerê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Soranê Nêçîrvan Ebdilwahid îro (Sêşem, 20.02.2024) ji K24ê re ragehand, “Piştî ku li rojên borî me li bajarkê Çomanê ev helmet ragehand, ku dabînkirina sotemeniyê ye li deverên çiyayî û dûr, her di wê çarçoveyê de em îro li navenda qezaya Soranê ne”.

Wî nûnerî got, “1100 malbat dê feyfeyî ji vê piroseya belavkirina neftê werbigirin, ku bi arîkariya aliyên hikûmî û qayimqamiyên deveran tê meşandin”.

Nêçîrvan Ebdilwahid amaje jî da, “Ev nefta em belav dikin bi spasî ve ji aliyê Nehro Rewandizî ve hatiye dabînkirin”.

Navbirî ron jî kir, “Em li dû wê lîstê neftê li ser welatiyan belav dikin, ya ku ji aliyê hikûmet û qayimqamî û yekîneyên îdarî ve bi me hatiye dan”.

Li dawiyê jî got, “Sê hezar û 500 malbat li her şeş qezayên Îdareya Serbixwe ya Soranê dê di vê piroseyê de neftê werbigirin. Em dê li hemî qezayan vê piroseyê berdewam bikin”.