Erzingan… Xebata lêgerîna li karkerên winda hat rawestandin

Erzingan
Erzingan

Diyarbekir (K24) - Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li kana zêrî ya Erzînganê ji ber metirsiya rûdana hezazê hatin rawestandin, herwesa qada ku lêgerîn lê dihat kirin jî hat valakirin.

Ji roja rûdana kana zêrî ya Erzinganê heta îro, 7 roj derbas bûn û hîn jî 9 kerkerên ku mabûn di bin axê de nehatine dîtin.

Di derbarê xebatên lêgerînê de jî, Wezîrê Enerjî û Samanên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar da zanîn ku, li qada lêgerîn lê dihat kirin metirsiyek cidî ya hezazê heye û ji ber vê yekê jî xebatên lêgerînê hatine rawestandin.

Wezîrê Enerjî û Samanên Xwezayî da zanîn ku, axa ji qada bûyerê tê derxistin bi hevahengiya Wezareta Bajarvanî û Hawirê bo herêmek din tê veguhastin.

Alparslan Bayraktar herwesa da zanîn ku, di derbarê bûyerê de lêpirsîna îdarî û dadî berdewam e.