Li Colemêrgê 22 kîloyên zêrê qaçax hatin desteserkirin

Colemêrg
Colemêrg

Diyarbekir (K24) - Parêzgeha Colemergê ragihand, li ser hinek agahiyên ku zêrê qaçax ji Îranê di Colemergê re bê derbaskirin dest bi xebatê kiriye.

Ji aliyê tîmên ewlehiyê ve li kontirolên rêyê, di erebeyeka teybet de li derên xef de hatî veşartin, 22 parçeyên her ji wan kîloyek, 22 kîloyên zêrê qaçax hatin desteserkirin.

Hat eşkerekirin ku bahayê wî zêrî 45 milyon lîreyên Tirkiyeyî ne.

Herwiha kesek hate desteserkirin û li ser bûyerê jî lepirsîn hatine destpekirin.