Bijîşkên Diyarbekirê daxwaza mafê xizmeta bi Zimanê Kurdî kir

Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Di çarçoveya 21ê Sibatê de, ku Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî ye, Platforma Tenduristiyê ya Amedê li Diyarbekirê daxuyaniyek da û bang li rayedaran kir ku, mafê her gelî heye xizmeta tenduristiyê bi zimanê xwe bibîne, lewra bi sed hezaran kesên temendar hene ku bi zimanê Tirkî nizanin.

Daxuyaniya ku ji aliyê bijîşkan ve li ber deriyê Nexweşxaneya Dewletê ya Selahadîn Eyûbî hat dayîn, ji aliyê Hevseroka Jûra Bijişkan a Şaxa Diyarbekirê Elif Turan ve bi Kurmancî hat xwendin.

Elîf Turan bal kişand ser zimanê xizmetê yê tenduristiyê ku li herêmên Kurdan çiqas astengiyan derdixin pêş û bang li rayedaran kir ku Tirkî li ser her kesî hatiye ferzkirin, lê mafê her gelî heye ku wekî her qadê; di qada tenduristiyê de jî bi zimanê xwe yê dayikê xizmetê bibîne.

Di wê daxuyaniyê de bal hat kişandin ku di xizmeta tenduristiyê de zimanê dayikê gelek girîng e lewra ew nexweşên ku nikaribin derdên xwe bînin zimên, dibe ku dermanên şaş jê re bên dayîn.

Bijîşkan herî dawî bang kir ku ji bo xizmeteke wekhev, pêdivî bi xizmeta bi Kurdî heye ku qada tenduristiyê bi rêk û pêk were rêvebirin.