Îro Roja Cîhanî ya Zimanê Dayik e

Navenda Nûçeyan (K24) – 21ê Sibatê, wek Roja Cîhanî ya Zimanê Dayik tê pîrozkirin. Di vê rojê de li seranserê cîhanê gelek çalakiyên ziman tên lidarxistin. Li cîhanê zêdetirî 6 hezar ziman hene, lê ji wan tenê 100 ziman fermî ne.

Bi hatina 21ê Sibatê re, her sal li seranserê cîhanê çalakiyên curbecur ji bo hişyarkirina girîngiya zimanê dayik tên lidarxistin.

Ziman yek ji amûrên sereke yên pêşveçûna zarokan e, di perwerdehiyê de tekane rêya hînbûnê ye û mirov bi zimanî dikeve nava çalakiyên civakî û jiyanê. Ziman ne tenê asta jîr û rewşenbîriya mezinan diyar dike, di heman demê de bi zimanî asta jîr û zîrekiya zarokan jî tê pîvan.

Koka Roja Cîhanî ya Zimanê Zikmakî vedigere sala 1952, dema ku hejmarek ji xwendekarên Bangladeşî li zanîngeha Dakayê li dijî siyaseta yekzimanî xwe pêşan dan û 11 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Pakistanê ve hatin kuştin. Di sala 1956 de jî, Pakistan di bin zexta kolanan de, neçar ma ku Bengali nas bike.

Yekem car UNESCOyê di 17ê Mijdara 1999an de, 21ê Sibatê wek Roja Cîhanî ya Zimanê Dayik ragihand û piştre ji aliyê Komelaya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve hat qebûlkirin.

Yekemîn pîrozbahiya cîhanî ya Roja Zimanê Zikmakî di 21ê Sibata 2000an de bi dirûşmeya pêşxistina aştî û pirzimaniyê li cîhanê û parastina hemû zimanên zikmakî hat lidarxistin.

Ji 6 hezar zimanên ku li seranserê cîhanê têne axaftin, tenê 100 bi fermî têne axaftin. Zimanên din jî ji ber sedemên cuda tenê wek axaftin di nava civakan de mane ku beşek ji wan jî di bin gefa windabûnê de ne.

Zimanê kurdî jî, Ji ber desthilatiya dewletên ku Kurdistan dagîr kirine, di siya zimanên serdest de maye, lê her dema derfet dîtiye jî, derketiye û berhemên bêhempa dane. Tenê li Başûrê Kurdistanê, Kurdî zimanê fermî ye û perwerde pê dayîn

Sitema li ser zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê, di 1876 de dema Osmaniyan de destpê dike ku tirkî wek takezimanê fermî yê dewletê tê naskirin. Damezrînerên KomaraTirkiyê, piştî serkeftinê, li ser bingeha yek ala, yek ziman û yek netewê ji xwe re welatek çêkirin. Navên bajar û navçeyan, rûbar û geliyan guhertin. Wiha kirin ku, di nav malan de jî axaftina kurdî qedexe bû.