Îsraîlê avahiyeke din li Şamê kire armanc: Kuştî hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, di encama êrîşeke Îsraîlê li ser avahiyeke Şamê de, 2 çekdarên mîlîsên ser bi Îranê ve hatin kuştin.

Rewangehê da zanîn, Îsraîlê bi êrîşeke asmanî avahiyek li navçeya Kefir Sosê ya bi Şamê de kire armanc û di encamê de 2 çekdarên mîlîsên ser bi Îranê ve hatin kuştin û hejmarek kesên din birîndar bûn.

Hevdem ajansa “SANA” a fermî ya Sûrî jî belav kir ku îsraîlê avahiyek li navçeya kefir Sosê kiriye armanc, bêyî ku ti zanyariyên din bide.

Roja 20-01-2024an jî, artêşa Îsraîlê civîneke serkirdeyên grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê li avahiyeke taxa Mezzeh a Şamê kir armanc û tê de 5 kes hatin kuştin ku 4 ji wan berpirsên payebilind ên Pasdarên Îranê bûn.