Pêşangeha Derfetên Kar li Hewlêrê hat vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serperiştyarê Pêşangeha Derfetên Kar li Hewlêrê ragihand, zêdetir ji 100 kompanyayên xwecihî bi awayekî bê beranber beşdarî pêşangehê bûne, tenê mercê wan ew e ku derfetên kar ji bo derçûyan peyda bikin.

erperiştyarê Pêşangeha Derfetên Kar li Hewlêrê Merîwan Ezîz ji K24ê re ragihand, ew wek Navenda Geşepêdanê ya Zanîngeha Knowledge ev pêşangeh birêk xistine û wan karî zêdetirî 100 kompaniyên xwecihî bê beranber tevlî vê pêşangehê bikin, lê wan tenê mercek daniye ku ew derfetên kar ji bo derçûyan peyda bikin.

Merîwan Ezîz got: “Armanca me ya sereke di vê pêşangehê de du alî ne, yekem, em dixwazin sektorên akademîk bi bazara karî ve girê bidin, em dixwazin bizanin ku bazara kar a Kurdistanê li kû ye û em li kû ne.”

Diyar kir jî: “Armanca me ya duyemîn ew e, em bikarin pirekê di navbera derçûyên zanîngeh û peymangehên Kurdistanê de ava bikin.”

Amaje bi wê jî kir, “Li Herêma Kurdistanê ciwanên me yên pir jêhatî hene ku hemû jî xwedî ezmûn in, dikarin rûbirû bi kampanyayên vir in re biaxivin û şiyanên xwe nîşanî wan bidin û dikarin derfetên kar peyda bikin.”