Kêmbûna binpêkirinên azadiya ragehandinê li Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Mijara azadiya ragehandinê û kêmbûna binpêkirinên mafên medyakaran û dezgehên medyayî li Herêma Kurdistanê giring e. Behskirina vê mijarê bi xwe jî yek ji nîşanan e ku azadiya ragehandinê li Herêma Kurdistanê heye.

Di navbera du heftiyan de, sê caran di vî warî de destxweşî li Herêma Kurdistanê hat kirin, ku binpêkirinên mafên medyakaran û dezgehên medyayî ji bo wergirtina zanyaran û parvekirina wan bi rêjeyeka berçav kêm bûne.

Pêşkêşkarê K24ê Jivan danberheviyekî di navbera salên 2022 û 2023ê de dike û dibêje: Li sala 2022ê mafên medyakar û dezgehên medyayî 431 caran hatine binpêkirin. Di wan binpêkirinan de jî, zirar gehitşiye 301 medyakar û dezgehên medyayî.

Herwesa dibêje: Di salekê de, nêzî 50% rêjeya binpêkirinan kêm bûye. Li sala 2023ê mafên medyakar û dezgehên medyayî 249 caran hatine binpêkirin. Di wan binpêkirinan de jî, zirar gehitşiye 247 medyakar û dezgehên medyayî.

Ji aliyê Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê û konsulxaneyên dî jî ve destxweşî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye kirin, ku bi awayekê rijd kar li ser parastina azadiya ragehandinê û berfirehkirina sinorên wê hatiye kirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam ji bo azadiya ragehandinê kar dike, ji bo ku medyakar û dezgehên medyayî bikarin bi rengekê azad zanyaran werbigirin û parve bikin.

Pêşkêşkarê K24ê bi awayekê hûrtir amajeyê dide hejmarên binpêkirinên ku di navbera salekê de kêm bûne. Li sala 2022ê, 195 caran astengkirin û cudakarî li beranberî medyakaran hatine kirin. Li sala 2023ê, 134 caran.

Li sala 2022ê, 68 caran kelûpelên medyakaran hatine desteserkirin. Li sala 2023ê, 38 caran.

Li sala 2022ê, 64 caran desteserkirinên bê biryarên dadgehê hebûn. Li sala 2023ê, 37 caran.

Li sala 2022ê, 46 caran êrîş, gef û bêrêzîkirin hebûn. Li sala 2023ê, 27 caran.