Civata Wezîran berdewamiya çaksaziyan û rêkxistina kertê bacan tekez dike

Civîna Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê
Civîna Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê dicive û xişteyê nû yê risûmatên girêdayî damezrandin û tomarkirina kompaniyan dipejirîne û tekez dike ku pêdivî ye Wezareta Darayî li ser çaksazîkirina di sîstema bacan û rêgirtina li xwedizîna bacderan berdewam be.

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 21.02.2024) bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî civiya.

Li destpêka wê civînê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kêşa ser tevlîbûn û civînên Şanda Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubey de.

Di para yekê ya wê civînê de, danûstandin li ser pirojebiryarekê hat kirin, bi merema rêkxistina risûmat û kirê û xerciyên girêdayî tomara kompaniyan li Herêma Kurdistanê.

Piştî danûstandinan, Civata Wezîran xişteyê nû yê risûmatên girêdayî damezrandin û tomarkirina kompaniyan pejirand û piştî belavkirina wî li rojnameya Weqayîh Kurdistanê, ew xişte dê bikeve di warê bicihanînê de.

Di para duyê ya wê civînê de jî, ku ji bo serrastkirina kertê bacan li Herêma Kurdistanê û destnîşankirina arêşe û derfet û çareseriyan hatibû terxankirin, li destpêkê Birêveberê Giştî yê Bacan li Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kemal Wertî, ku ji bo wê para civînê hatibû mêvankirin, raportek li ser kertê bacan li Herêma Kurdistanê ji bo civatê xwand.

Ji ber ku bac yek ji dahatên giring ên Herêma Kurdistanê ye, Civata Wezîran tekez kir ku pêdivî ye Wezareta Darayî û Aborî di çarçoveya karnameya çaksaziyê ya Kabîneya Nehê de li ser çaksazîkirina di systema bacan û rêgirtina li xwedizîna bacderan ji piroje û kompaniyan ji bo dana bacan berdewam be, bi rengekê wesa jî rêk bixe ku bibe sedema pêşveçûna aborî û di xizmeta welatiyên Herêma Kurdistanê de be û rewşa jiyar û aborê welatiyan jî li ber çav werbigire û bargiraniyê li ser rêncber û karkeran çê neke.