Şam: Birîna avê li ser Hesekê ji aliyê Tirkiyeyê ve tawaneke cengê ye

Navendeke enerjiyê li Rojavayê Kurdistanê
Navendeke enerjiyê li Rojavayê Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Sûriyê dibêje, birîna ava vexwarinê li ser parêzgeha Hesekê ji aliyê Tirkiyeyê ve tawaneke cengê ye û daxwaz ji civaka navdewletî kir, tedbîrên pêwîst ji bo peydakirina ava vexwarinê ji xelkê Hesekê re bigire.

Wezareta Derve û Koçberan a Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand, berdewamiya Tirkyeyê di birîna avê li ser parêzgeha Hesekê ji zêdeyî 4 mehan ve, li gorî yasa û belgeyên navdewletî, tawaneke cengê ye.

Wezareta Derve û Koçberan amaje bi êrîşên Tirkiyeyê li Parêzgeha Hesekê kir û got, Tirkiye bi berdewamî navendên elektrîkê yên ku elektirîkê didin westgehên avê dike armanc ku birîna avê ji bo pêkanîna armancên xwe yên siyasî bikar tîne.

Herwiha wezaretê daxwaz ji civaka navdewletî kir jî, tedbîrên pêwîst ji bo peydakirina ava vexwarinê ji xelkê Hesekê re bigire û hişyarî da, eger birîna avê berdewam bibe, dê karesatên mirovî rû bidin.

Artêşa Tirkiyeyê çend meh in navendên xizmetguzarî, binesazî û westgehên av û elektirîkê li Rojavayê Kurdistanê dike armanc

Ji aliyekî din ve, westgeha alokê ya li Serê Kaniyê ku yek ji jêdera sereke ya ava vexwarinê ya bajarê Hesekê û gundewarê wê ye, grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyeyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike jî, bi berdewmî avê li ser parêzgeha Hesekê qut dikin.