Kurdên Rojavayê Kurdistanê: Fêrbûna kurdî bo nifşê nû erkekî netewî ye

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Di Roja Cîhanî ya Zimanê Zikmakî de, kurdên Rojavayê Kurdistanê tekez dikin, ziman nasnameya gel e û erkê her kurdekî ye ku zarokên xwe fêrî zimanê dayikê bike û fêrbûna kurdî bo nifşê nû erkekî netewî ye.

Zimanê Kurdî ku bi dehan salan li Rojavayê Kurdistanê qedexe bû, lê piştî sala 2011an, qedexeya li ser zimanê kurdî li Rojavayê Kurdistanê nema. Welatiyê bi navê Heval Mencê zarokê xwe fêrî zimanê dayikê dike. Di nerîna wî de, ziman hebûna gel e û erkê her kurdekî ye ku zimanê xwe biparêze û rola wî di fêrkirna nifişê nû de hebe.

Nivskarê kurd Adil Elî ku bi salan e di warê zimanê kurdî de kar kiriye dibîne ku di deh salên dawiyê de zimanê kurdî li Rojavayê Kurdistanê bipêş ketiye û bi hezaran welatî fêrî nîvsandin û xwendina kurdî bûne.

Nivîskar Adil Elî ji K24ê re got: “Zimanê kurdî niha li Rojavayê Kurdistanê baş birêve diçe, bi ser ket û me parast. Piştî serxet û binxet çêbûn, me zimanê xwe parast. Erê zimanê kurdî ne ferm û dewletê ti guhdan nedayê, lê me karîbû bi riya rewşenbîr, siyasmetdar û partiyên xwe re, zimanê xwe biparêzin, îro jî bi hezaran hene bi zimên kurdî dixwînin û dinivîsînin. Ji xwe hemû kurdên Rojavayê Kurdistanê bi kurdî diaxivin.”

Zimanê kurdî li Sûriyeyê ne fermî ye û bi dehên salan ji aliyê desthilata Beis ve rastî zehmetiyan û qedexekirinê hatiye. Beriya krîza Sûriyeyê, zimanê kurdî ji aliyê rewşenbîr û partiyên kurdî ve bi nehênî dihatin fêrkirin, lê ji 2011an ve fêrkirina kurdî bûye asayî.