Balyozê Japonê li Îraqê spasiya Kurdistan24ê dike

Futoshi Matsumoto
Futoshi Matsumoto

Navenda Nûçeyan (K24) - Balyozê Japonê li Îraqê ji bo romalkirina roja niştîmanî ya welatê xwe spasiya Kurdistan24ê dike û dibêje, “Bi rêya we min karî peyama xwe bigehînim xelkê Kurdistanê”.

Balyozê Japonê li Îraqê Futoshi Matsumoto îro (Pêncşem, 22.02.2024) li ser tora civakî ya Xê pareka daxuyaniyeka xwe ya rojnamevanî ya bi K24ê re belav kir û bi zimanê Kurdî nivîsiye, “Ez spasiya tîma kanala Kurdistan24ê dikim”.

Futoshi Matsumoto amaje jî daye, “Kanala Kurdistan24ê bi rengekê zindî roja niştîmanî ya welatê me romal kir. Min karî bi vê rêyê peyama xwe bigerhînim xelkê Kurdistanê”.

Navbirî li roja 20.02.2024ê jî, her bi helkefta bîranîna roja niştîmanî ya welatê xwe, di helkefteka taybet de li Hewlêrê ragehnad, “Ez dixwazim Japon û Herêma Kurdistanê paşerojeka geştir û baştir hebe”.

Ew helkeft li ser şaşe û medyayên civakî yên K24ê bi rengekê zindî hat belavkirin û Balyozê Japonê li Îraqê jî peyama welatê xwe gehand welatî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Herwesa di daxuyaniyeka taybet de ji bo K24ê, Futoshi Matsumoto bi diyalekta Hewramanî silav kir bînerên K24ê, herwesa dilxweşiya xwe diyar kir ku ji bo K24ê axift.