Brîtanya û Yekîtiya Ewropayê lihevkirinekê ji bo rûbirûbûna koça neqanûnî îmza dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Brîtanyayê niyeta îmzakirina lihevkirinê bi Ajansa Ewropayê re ji bo zêrevaniya sinor û kinaran heye, ji bo ku bi hev re rûbirûyî koça neqanûnî bibin.

Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak dixwaze berî hilbijartinên giştî yên îsal ên welatê wî, li destpêkê bi rêya kinarê Manche yê Fransayê rêyê li koça neqanûnî ji bo welatê xwe bigire.

Di wê çarçoveyê de, Wezareta Navxwe ya Brîtanyayê ragehandiye, “Biryar wesa ye ku îro (Înî, 23.02.2024) ew lihevkirin di navbera Brîtanyayê û Ajansa Ewropayê de ji bo zêrevaniya sinor û kinarên Yekîtiya Ewropayê li Londonê bê îmzakirin, ji bo ku rûbirûyî bazirganên qaçaxçîtiya mirovan bibin”.

Di vî warî de, Wezîrê Derve yê Brîtanyayê James Cleverly amaje daye, “Tawanên koça rêkxistî û birina biqaçaxî ya mirovan aloziyên cîhanî ne û pêdivîtiya wan bi çareseriyeka tevalî û xwastekeka hevpar heye”.

Brîtanya behs dike ku hejmara koça neqanûnî ji bo Brîtanyayê taybet ji aliyê kinarên başûrî ve li bernaberî sala 2023ê yek li ser sêyê kêm bûye, herwesa li sala 2022ê gehiştibû bilindtirîn ast ku 45 hezar koçberan xwe gehandibû Brîtanyayê.