Li Farqînê teqînek çê bû, karkerek mir

Farqîn
Farqîn

Diyarbekir (K24) - Li Farqînê di encama teqînekê de karkerek mir, karkerek jî bi giranî birîndar bû û bo dermankirinê li nexweşxaneya Farqînê hat rakirin, derbarê buyerê de jî lêpirsîn hat vekirin.

Hat zanîn ku li nêzîkî Farqîna Diyarbekirê, di qada lêgerîna petrolê de teqînek rû daye û di encama wê teqînê de karkerê bi navê Îhsan Tunarê yê 29 salî jiyana xwe ji dest daye, karkerek jî bi giranî birîndar bûye û bo nexweşxaneya Farqînê hatiye rakirin, ku teqîn di dema vekirina bîrê de rû daye.

Hat amajekirin ku teqîn di qada TPÎCê de (Turkish Petroleum International Company) rû daye û derbarê buyerê de jî lêpirsîn hatiye vekirin.

Cenazeyê karkerê jiyana xwe ji dest dayî jî bo lêkolîna pizişkiya dadî bo Diyarbekirê hat veguhastin.