Çalakvanekî Xiristiyan: Em ji biryara Dadgeha Federalî pir nîgeran in

Navenda Nûçeyan (K24) – Nivîskar û çalakvanekî Xiristiyan dibêje: “Biryara Dadgeha Federalî cihê mixabiniyê ye û em gelekî nîgeran kirin.”

Nivîskar û çalakvanê Xiristiyan Petors Nebatî li ser biryara Dadgeha Federalî ji K24ê re ragihand, biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê cihê mixabiniyê ye.

Got jî: “Berî niha hejmara Xiristiyanan li Iraqê 2.5 heta 3 milyon kes bû, lê niha li tevahiya Iraqê kêmtirî 500 hezar kes mane.”

Tekez kir jî: “Ji ber ku Xirîstiyan neteweyeke xwecihî ne, divê nûneratiya wan hebe, ji ber ku ji sala 1921ê v ji dema damezirandina dewleta Iraqê ve nûnertiya me di Parlamentoya Iraqê de hebû. Niha jî eger dadgeh kursiyên kotayê yên Parlamentoya Kurdistanê betal bike, dê ji bo mesîhiyan gelekî zehmet be.”

Naebatî got: “Biryara Dadgeha Federalî neqanûnî ye, ji ber ku di sala 1992an de, dema parlamentoya Kurdistanê hat avakirin, 11 kursî ji bo komînan hat veqetandin. Lewma biryara Dadgeha Federal em gelekî nîgeran kir. ji ber ew mafê mesîhî û tirkmenan e.”

Amaje bi wê jî kir: “Çima divê li Iraqê kursî ji bo pêkhateyên Iraqê hebin, lê li Kurdistanê nebin, ji ber ku piraniya kotayên Iraqê li Kurdistanê ne, ji ber ku Herêma Kurdistanê cihê pêkvejiyanê ye.”

Li gorî Nebatî, cihê mixabiniyê ye ku partiyek bixwaze îradeya xwe serdest bike û nûnerên pêkhateyan di parlamentoyê de ji holê rake.

Ev yek piştî wê tê, Dadgeha Federalî roja 22.02.2024an di rûniştina xwe ya 12emîn de li ser giliya ji aliyê YNKê ve da. Li gotî biryarê jî, hejmara kursiyên kotayan hilweşand û kursiyên Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji 111 daxist 100 kursî.