Merasîma çileya şehîd Pêşraw Dizeyî li Hewlêrê tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Merasîma çileya şehîd Pêşrew Dizeyî û keça wî Jîna li Hewlêrê tê lidarxistin. Di merasîmê de pêşangeheke wêneyan jî hate vekirin.

Merasîma çileya şehîd Pêşrew Dizeyî û keça wî Jîna îro 24ê Sibata 2024anli Hewlêrê, bi beşdarbûna xizmên wan, berpirsên hikûmî û partiyên Herêma Kurdistanê dest pê kir.

Di merasîma ku dê li hola Şehîd Seid Ebdulla bê lidarxistin de, pêşangeheke wêneyan jî hatiye vekirin ku tê de wêneyên şehîd Pêşrew Dizeyî, keça wî Jîna, cihê teqînê û çend sembolên din tên pêşandan.

Şeva 15.01.2024 çend deverên sivîlan li Hewlêr û derdora wê bi çend mûşekên Balistî û dronan hatin armanckirin. Di encama êrîşê de, 5 welatî şehîd bûn û 6 welatiyên din jî birîndar bûn ku piraniya wan endamên malbata Pêşrew Dizeyî bûn. Piştre jî Pasdarên Îranê berpirsyariya êrîşan girt ser xwe.

Her di vê derbarê de, Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê û Serokê Komîteya Lêkolînê ya Hikûmeta Iraqê Qasim El-Arecî derbarê êrişên Îranê li ser Hewlêrê de ji K24ê re ragihandibû, cihê hatiye armanckirin mala sivîlekî bû û ne binkeyeke sîxurî ya Îsraîlê bû.

Êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê di asta navxweyî û navdewletî de bertekên neyînî yên tund li pişt xwe anîn. Hikûmeta Iraqê jî li Encumena Asayişa Navdewletî gilî li dijî Îranê tomar kir, lê bê encam bû.