Çandiniya Dihok: Tê pêşbînîkirin îsal berhemanîna petateyan bigihe nêzîkî 400 hezar ton

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Çandiniyê yê Dihokê ragihand, îsal 33 hezar donim petate li Duhokê hatine çandin.

Rêveberê Çandiniyê yê Dihokê Ehmed Cemîl ji K24ê re ragihand, li hemû navçeyên parêzgehê dest bi çandina petateyan hatiye kirin û tê pêşbînîkirin ku îsal 33 hezar donim zevî bên çandin.

Diyar kir jî: “Ji 33 hezar donim petate ku li Duhokê hatine çandin, tê pêşbînîkirin ku berhem bigihîje 397 hezar tonî. Ji ber giringîpêdana Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi sektora çandiniyê, berhem sal bi sal zêde dibin.”

Rêveberê Çandiniyê yê Dihokê got, Kabîneya Nehan giringiyeke taybet daye sektora çandiniyê, ku hişt ku pêşketina vê sektor berdewam bibe.

Bi piştevaniya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, çendîn berhemên çandiniyê yên cotkarên Herêma Kurdistanê gihîştine asta têra bazarên navxwe bike û par çend cure berhem jî hatin hinardekirin.