Maça Super Kupaya Tirkiyê li yarîgeha Rihayê tê lîstin

Stadyuma Rihayê
Stadyuma Rihayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Federasyona Futbolê ya Tirkiyê, biryar da maça super kupa ya navbera Galatasaray û Fenerbahçe li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê were lîstin.

Federasyona Futbolê ya Tirkiyê, biryar da maça ku li Siûdiyê hatibû betalkirin, heftê Nîsanê demjimêr nehê êvarê li Rihayê were lîstin.

Bi biryarê maç, 7'ê Nîsanê demjimêr nehê êvarê dê were kirin. Xelkê Rihayê dilxweş in ku maç li bajarê wan tê lîstin.

Yarîgeha Rihayê di standardên FIFAyê de hatiye çêkirin. Nêzîkî sih hezar kursî li xwe digre û di rûberê 26 hezar metre çargoşe de hatiye avakirin.

Parêzgarê Rihayê dide xuyakirin, stadyuma wan bo hemû yariyên navdewletî guncaw e û kêmûkurtiyên ku hene dê heta meha Nîsanê temam bikin.

Stadyuma 11’ê Nîsanê ya Rihayê, sala 2009 temam bûye. 28.965 kursiyên rûniştinê li xwe digre ku cihê parka 5500 otombêlan heye.

Biryar bû maça super kupa li Siûdiyê were lîstin. Werzişvanên Galatasaray û Fenerbahçe ku xwestin bi dirêsên ku li ser gotinên Ataturk nivîsandiye derkevin, ji hêla rayedarên Siûdiyê ve hatibûn astengkirin û maç hatibû betalkirin.