Yekemîn roja merasîma sersaxiyê ya xwedêjêrazî Zekiye Mistefa Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Yekemîn roja sersaxiyê ya xwedêjêrazî Zekîye Mistefa Barzanî li salona merasîman a Baregeha Barzanî ya li Pîrmamê birêve çû.

Yekemîn roja sersaxiyê ya xwedêjêrazî Zekîye Mistefa Barzanî, xwişka Serok Mesûd Barzanî bi beşdariya hejmareke mezin a serkirdeyên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi rê ve çû.

Xwişka Serok Barzanî, Zekîya Mela Mistefa Barzanî duhî Înê 23ê Sibata 2024an li nexweşxaneyeke Hewlêrê koça dawî kiribû.

Barageha Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand, merasîma pirsa û sersaxiyê dê 3 rojan li hola merasîman a baregehê li Pîrmamê bidome.

Her bi vê boneyê hêz û aliyên siyasî yên navxwe û derve hevxemiya xwe pêşkêşî Serok Barzanî kirin û hevxemiya xwe nîşan dan.