Erkên Dadgeha Federalî ya Iraqê

Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê roja 22.02.2024an di rûniştina xwe ya 12emîn de li ser giliya ji aliyê YNKê ve da. Li gotî biryarê jî, hejmara kursiyên kotayan hilweşand û kursiyên Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji 111 daxist 100 kursî.

Dadgeha Federalî ya Iraqê ji serokekî û 8 endamên fiqha îslamî û yasanasan pêk tê û li gotî madeya 3 a jimare 30 a 2005’an hatiye damezirandin û pêkhate, erk, pisporî û deshilatên wê ji dadgehên din cûda ye.

Di vê infografiyê de bêjerê K24ê Ebbas Zêbarî zanyariyên zêdetir derbarê erk û desthiladariya Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê dide: