Wezîrê Şaredariyê serperiştiya civîneke taybet li ser masterpilana Hewlêrê dike

Navenda nûçeyan (K24) - Bi serperiştiya Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro (Yekşem, 25.02.2024) civîna pêncê ya lijneya hevahengiyê ya hevpar li ser pirojeya masterpilana Hewlêrê tê kirin.

Şêwirmendê Civata Wezîran, Wezaret, Birêveberê Giştî ya Nexşedanana Avedaniyê û birêveberên giştî yên girêdayî Wezareta Şaredarî û Geştyariyê, birêveberên giştî yên wezaretên peywendîdar û deste û fermangehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, herwesa Nûnerê Nivîsîngeha Serekî ya Ajansa Jicayê ya Japonî, Birêveberê Nivîsîngeha Jicayê li Îraqê û hejmareke din a berpirs û endamên tîmên Ajansa Jicayê ya Japonî li wê civînê amade bûbûn.

Li dû ragehandineka Wezareta Şaredarî û Geştyariyê, Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê Sasan Ewnî li destpêka wê civînê spasiya fermangeh û endazyarên hikûmetê û tîma Ajansa Jicayê ya Japonî kir, ku bi hevparî kar di pirojeya edilandina masterpilana bajarê Hewlêrê de dikin û heta niha pêngavên gelek baş ji bo bicihanîna wê pirojeyê avêtine.

Di nav bernameyan de, hjmareka raportan ji aliyê tîmên Wezareta Şaredarî û Geştyariyê û Ajansa Jicayê ve li ser qonax û karên edilandina masteepilana Hewlêrê hatin berçavkirin, û tê de dawî karên ku hatine bicihanîn û zanyar û pêşniyarên zêdetir pêşxistina wê pirojeyê hatin berçavkirin, herwesa ji aliyê kesên amade ve danûstandin li ser hatin kirin û dîtin û nerînên pêdivî hatin berçavkirin.

Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê di pareka gotinên xwe de behsa nerîn û giringîdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser giringiya wê pirojeyê kir, û tekez kir ku Serokwezîr bi giringîpêdaneka zêde li pirojeyên masterpilana bajar û bajarkan dinêre.

Di kabnîeya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, giringiyeka zêde bi pirojeyên masterpilanên bajar û bajarkan hatiye dan. Ji bo wê meremê jî, ji aliyê Wezareta Şaredarî û Geştyariyê ve lijneyeka bala hatiye pêkanîn, ji bo edilandina masterpilanan û dubare bikarxistina masterpilanên rawestandî û danana masterpilanan ji bo wan bajar û bajarkên ku masterpilan nînin.

Niha jî li ser astê parêzgehan, masterpilanên bajarê Hewlêrê û bajarê Helebceyê di qonaxa bicihanînê de ne û kar li ser edilandin û bikarxistina masterpilanên bajar û bajarkên din jî tê kirin.