Serokwezîrê Iraqê sersaxî ji Serok Barzanî re xwast

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber koça dawî ya Zekîye Mistefa Barzanî, Ofîsa Serokwezîrê Iraqê peyameke sersaxiyê belav kir.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdan ji ber koça dawî ya Zekîye Mistefa Barzanî, sersaxî li Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî kir.

Di peyamê de herwiha hat gotin, Sûdanî hêvî xwest ku Xweda giyana xwedêjêrazî bi dilovaniya xwe şad bike û sebr û aramiyê bide malbatê.

Xûşka Serok Barzanî, Zekiya Mistefa Barzanî duhî Înî, 23.02.2024an koça dawiyê kir. Merasima sersaxiya xwişka Serok Barzanî jî 3 rojan li Pîrmamê didome.

Barageha Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand, merasîma pirsa û sersaxiyê dê 3 rojan li hola merasîman a baregehê li Pîrmamê bidome.

Her bi vê boneyê hêz û aliyên siyasî yên navxwe û derve hevxemiya xwe pêşkêşî Serok Barzanî kirin û hevxemiya xwe nîşan dan.