Çavdêrekî siyasî: Erebkirina navçeyên Kurdistanî piştî 16ê Cotmehê zêde bûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Derbarê erebkirina navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê de, çavdêrekî siyasî dibêje, piştî 16ê Cotmehê erebkirin zêde bûye û Kurd ji deverên xwe tên koçkirin.

Çavdêrê siyasî Selah Bekir ji K24ê re ragihand, êrîşa li ser ciwanekî Kurd li bajarokê Daqûqê yê Kerkûkê, beşek ji encamên 16ê Cotmehê ye.

Wî çavdêrê siyasî her wiha got jî, rewş wiha lê hatiye ku proseya erebkirinl berdewam dibe.

Got jî: Divîya proseya erebkirinê bi madeya 140 a destûrê bihata çareserkirin, ji ber ku Kurd li deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê dibin qurbanî.

Tekez kir jî, hikûmeta Iraqê naxwaze rewşê çareser bike û berûvajî vê derfetê dide ereban ku demografiya dever biguhêrin, ji ber ku em dibînin rêjeya ereban li van deveran zêde dibe.

Ev yek di demekê de ye, li gundê Kilêseyê yê girêdayî bajarkê Daqûqê, sê Erebên hawirde li ciwanekî Kurd dabû û çavekê wî kor kiribû.

Piştî bûyerê wî ciwanî ji K24ê re got: “Ji ber ku em Kurd in, li me didin û lixwekirina cilûbergên Kurdî jî li me tê qedexekirin.”

Bavê wî ciwanî ku mamosteyê olî ye, dibêje: “Ereb ji me bac distînin û gefa derkirina me ji cihê û warê me, li me dixwin.”