Serokê Dêra Ortodoks a Suryaniyan li Cîhanê sersaxiyê li Serok Barzanî dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Dêra Ortodoks a Suryaniyan li Cîhanê ji ber koça dawî ya Zekîye Mistefa Barzanî, sersaxiyê li Serok Barzanî dike.

Serokê Dêra Ortodoks a Suryaniyan li Cîhanê Patriyerk Mar Agnatius Ephraim II ji ber koça dawî ya Zekîya Mistefa Barzanî, peyameke sersaxiyê pêşkêşî Serok Barzanî kir.

Di nameya sersaxiyê de hat: “Bi xem û xemgînî nûçeya koça dawî ya xwişka we ya rehmetî Zekîye Mistefa Barzanî wergirt. Di vê boneya xemgîn de, em sersaxiyê ji we û malbata we re dixwazin.”

Xûşka Serok Barzanî, Zekiye Mistefa Barzanî roja 23.02.2024an koça dawiyê kir. Merasima sersaxiya xwişka Serok Barzanî jî 3 rojan li Pîrmamê didome.

Her bi vê boneyê, kesayetî, hêz û aliyên siyasî yên navxwe û derve hevxemiya xwe pêşkêşî Serok Barzanî kirin û hevxemiya xwe nîşan dan.