Hizbulaha Libnanî êrîşî hêzên Israîlê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Hizbulaha Libnanî radigehîne ku, çekdarên wan li devera Bexdadiyê li kinarê bakurê Israîlê bi moşekan êrîş kiriye ser hêzên Israîlê.

Koma Hizbulaha Libnanî di beyannameyekê de li ser platforma Telegramê ragehand ku, îro (Duşem, 26.02.2024), çekdarên wan li devera Bexdadiyê li kinarê bakurê Israîlê bi moşekan êrîş kiriye ser hêzên Israîlê.

Amaje jî da, “Armanckirina hêzên Israîlê ji ber piştevaniya me ye ji bo gelê Filistînê li kertê Xezzeyê”.

Artêşa Israîlê jî serê sibeha îro ragehand ku, li bakurê Israîlê zenga haydarkirinê hatiye lêdan. Herwesa medyayên Israîlê amaje da ku, li deverên Mecdel Şems, Mesede û Colanê jî zenga haydarkirinê hatiye bihîsitn.

Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan doh (Yekşem, 25.02.2024) amaje da ku, Israîlê bi moşekekê barhilgireka medenî li nêzî sinorê Sûriye û Libnanê kir armanc, ku bi kêmî ve du kes hatin kuştin. Herwesa got, “Ew her du kuştî Libnanî ne û girêdayî Hizbulaha Libnanî bûn”.

Piştî destpêkirina şerê Xezzeyê, deverên sinorî yên navbera Sûriye û Libnanê bûne cihê şer û aloziyên navbera artêşa Israîlê û Koma Hizbulaha Libnanî.