Îro Wezîra Darayî ya Îraqê diçe Civata Nûneran

Civata Nûnerên Îraqê
Civata Nûnerên Îraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîra Darayî ya Îraqê bi Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê re dicive û danûstandinan li ser dawî biryarên Dadgeha Federalî û dabînkirina mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê dikin.

Biryar e îro (Duşem, 26.02.2024) Wezîra Darayî ya Îraqê Teyf Samî bi Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê re bicive, diyartirîn tewerên ku biryar e danûstandin li ser bên kirin jî biryarên Dadgeha Federalî ne di derheqa dabînkirina mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Bexdayê ve.

Sedemeke din a vexwandina Wezîra Darayî ya Îraqê ji bo Civata Nûnerên Îraqê hebûna arêşeya siyole ye li ber destên wezaretan ji bo mezaxtina pereyê pirojeyên xizmetkarî.

Birryarên Dadgeha Federalî di derheqa mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê de ev in:

1.    Li dû madeyên 116 û 117 ên destûrê Îraqê, divê wekhevî di belavkirina dahata serwet û samanên giştî de hebe û nabe stem li mûçexurên Herêma Kurdistanê bê kirin.

2.    Divê Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê her du ji bo wê yekê kar bikin ku mûçeyên fermanber û mûçexurên Herêma Kurdistanê di dema xwe de bên belavkirin.

3.    Divê Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê her du li ser qanûna budceya giştî ya federalî pabend bin, ji bo dana mafên darayî û mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê.

4.    Divê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî erkê dana mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bi stûyê xwe ve bigire û arêşe û duberekiyên her du hikûmetan jî çareser bike, heta piştrastî bê dan ji bo dana mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê.

5.    Pêdivî ye Hikûmeta Îraqê li ser dana mûçeyên mûçexur û fermanberên Herêma Kurdistanê pabend be, û nabe êdî qeran bide Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo ku mûçeyên fermanberan belav bike.

6.    Pêdivî ye Hikûmeta Herêma Kurdistanê dahatên girêdayî petrolê û yên negirêdayî petrolê jî bide destê Hikûmeta Îraqê.