Hezar şitlên darberûyan li çiyayê Bêxêrî tên çandin

Helmeta Çandina Darberûyan li Çiyayê Bêxêrî
Helmeta Çandina Darberûyan li Çiyayê Bêxêrî

Navenda Nûçeyan (K24) – Qayimqamê Qezaya Sêmêlê radigehîne, “Bi piştevaniya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo keskkirina Herêma Kurdistanê, me dest bi helmeta çandina hezar şitlên darberûyan li vê deverê kiriye”.

Qayimqamê Qezaya Sêmêlê Xelîl Mehmûd îro (Duşem, 26.02.2024) ji K24ê re ragehand, “Bi piştevaniya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo ku em bikarin rêjeya keskatî li tevaya Kurdistanê zêde bikin, me bi parêzgeha Dihokê re bernameyeke baş dana. Me ji Kwaşê dest pê kir û me zêdetirî heft hezar darên cuda cuda çandin, bi amadebûna Parêzgerê Dihokê û hemî aliyên peywendîdar”.

Qayimqamê Qezaya Sêmêlê got, “Li sinorê hemî bajarvaniyan dubare helmeta çandina daran ji aliyê aliyên peywendîdar ve hatiye destpêkirin û her roj berdewam e, vêca li park û baxan be an jî çandina daran li bajar û bajarkan be”.

Xelîl Mehmûd amaje jî da, “Birêveberiya Rewşenbîrî jî bizavê dike ku tevlî vê piroseyê bibe, lewma jî nêzî hezar şitlên darên cuda cuda ji bo çandinê amade kirine, ku piraniya wan darberû ne. Ew jî ji ber ku darberû dareke bihêz e. Eger şîn bibe, xwe radigire û jîngeha Kurdistanê jî ji bo darberûyan guncayî ye”.

Navbirî eşkere jî kir, “Helmeta çandina darberûyan li jêr navê “Da pêkve siroştê bajêrî cantir lê bikîn” doh ji aliyê me ve wekî Qayimqamî û Bajarvanî û Birêvebiriyên Rewşenbîrî û Hunerî yên Dihok û Sêmêlê hat destpêkirin û dê berdewam be heta em tevaya wan şitlan diçînin”.

Qayimqamê Qezaya Sêmêlê behs jî kir, “Helmeta çandina darberûyan li çiyayê Bêxêrî nêzî hezar şitlên cuda cuda vedigire, lê me di qonaxa yekê de 280 şitlên darberûyan çandine û hêşta jî rêjeya keskatiyê li sinorê vî bajarkî negehiştiye standarda cîhanê û nêzî 12% ye”.