Gever… berfê rê girtin û du rêwî asê man

Gever
Gever

Diyarbekir (K24) - Hat ragihandin ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê ji ber barîna zêde ya berfê rê hatin girtin û di encamê de jî wesaît di rêyê de man û welatiyên di nav wesaîtan de jî asê man.

Hat zanîn ku 2 welatiyan ji Geverê xwestine biçin navenda kişokê ya Mêrgabotan lê ji ber ku berfeke zêde bariye wan rêya xwe şaş kiriye û ber bi Mêrgareş ve çûne.

Piştî ku wan her du welatiyan rêya xwe şaş kiriye jî, ketine nava bahoza berfê û wesaîta wan di nav berfê de maye û welatî jî di wesaîtê de asê mane.

Piştî bûyer hat bihîstin jî, tîmên hawarçûnê bi maşîneyên kar çûn cihê bûyerê û her du welatiyên ku di wesaîtê de asê mabûn ji nava berfê rizgar dikin.