Berdevkê Wezareta Darayî ji bo K24ê: Bexda dixwaze arêşeyan ji bo mûçeyên fermanberan çê bike

Huner Cemal
Huner Cemal

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, “Hikûmeta Îraqê dixwaze arêşeyan ji bo mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê çê bike, daxwazê dike ku di dema mehekê de hejmarên bankan ji bo tevaya mûçexuran bên çêkirin û ew jî mistehîl e.

Berdevkê Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Huner Cemal îro (Sêşeem, 27.02.2024) di derheqa dawî biryarên Dadgeha Federalî ya Îraqê de yên li ser mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê û daxuyaniyên Wezîra Darayî ya Îraqê Teyf Samî li ser vekirina hejmarên bankan ji bo tevaya mûçexuran, bû mêvanê geşta nûçeyên seet 11:00ê yên K24ê ku Jivan Abid pêşkêş dike.

Berdevkê Wezareta Darayî û Aborî got, “Biryarên Dadgeha Federalî yên li ser mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê û daxuyaniyên doh ên Wezîra Darayî ya Îraqê Teyf Samî jî wekî nivîsar bi rengekî fermî negehiştine ber destê me li Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, lewma em nikarin bibêjin ku çawa serederiyê bi wan biryaran re bikin”.

Huner Cemal di derheqa vekirina hejmarên bankan ji bo tevaya fermanber û mûçexurên Herêma Kurdistanê de got, “Ev nêzî salekê ye me li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi pirojeya Hejmara Min kiriye. Hejmarên bankan ji bo zêdetirî 200 hezar fermanberan hatine çêkirin”.

Navbirî amaje jî da, “Hikûmeta Îraqê ji sala 2016ê ve mijûlî çêkirina hejmarên bankan e; ev heş sal in ku 20 bankên Îraqê mijûlî wê piroseyê ne û temam nekiriye, çawa çê dibe di dema mehekê de hejmarên bankan ji bo tevaya mûçexurên Herêma Kurdistanê bên çêkirin? Mixabin, hejmareka perlemantaran peyama Bexdayê li dijî Herêma Kurdistanê digehînin, bê ku bala xwe bidin ser wan arêşeyên ku li Îraqê hene”.

Berdevkê Wezareta Darayî got, “Niyeta Bexdayê ji daxwazkirina hejmarên bankan ji bo tevaya mûçexurên Herêma kurdistanê tenê çêkirina arêşeyan e. Em herdem di nav arêşeyan de bûne, her car Wezareta Darayî ya Îraqê hejmareka behane û arêşeyan ji bo şandina pereyî çê kiriye. Bexdayê xemsarî di çêkirina arêşeyan ji bo Herêma Kurdistanê de nekiriye. Ez dixwazim her kesek vê bizane”.