Parêzgerê Dihokê: Divê zarokên Kurdistanê fêrî evîna welatî bên kirin

Elî Teter
Elî Teter

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgerê Dihokê radigehîne, “Ez pêdivî dibînim ku zarokên Kurdistanê fêrî evîna welatî û neteweyê bên kirin û şanaziyê pê bibin”.

Parêzgerê Dihokê Elî Teter îro (Sêşem, 27.02.2024) di konfiranseka rojnamevanî de ragehand, “Ez pêdivî dibînim ku zarokên Kurdistanê fêrî alfebeya Kurdî û evîna welatî û neteweyê bên kirin û şanaziyê pê bibin”.

Parêzgerê Dihokê got, “Divê ev pirose li baxçeyên zarokan bê destpêkirin û heta zanîngehan berdewam be”.

Elî Teter amaje jî da, “Xelkî bi kêmî ve welatek heye, lê yên bêxwedî em Kurd in, lewma divê em li welatê xwe xwedî derbikevin”. Tekez jî kir, “Eger em bi xwe pişta xwe negirin, çi kesek pişta me nagire”.

Navbirî behs jî kir, “Ez bi piştrastî ve dibêjim ku miletê Kurdistanê ji 50 milyon mirovan derbaz bûye, mezintirîn miletê bindest gelê Kurdistanê ye. Çima axa me blindest û em bê dewlet bin?”.

Parêzgerê Dihokê herwesa got, “Mimkin e çend milyon caran navê Kurdistanê di belgenameyên fermî yên dewleta Osmanî de hatiye bikaranîn, lê îro tê înkarkirin”.

Li dawiyê jî navbirî tekez kir, “Berpirsyarîtiya me ji ya hemî miletên dî girantir e. Wan çi arêşeyek bi navê doza neteweyî an jî ya welatî nîne, ew ji wan qonaxan derbaz bûne”.