Hak Par daxwaza piştgiriyê ji dengderên kurd dike

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Partiya Maf û Azadiyan Hak Par, ji bo hilbijartinên 31ê Adarê yên şaredariyan ku dê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê werin kirin, namzedên xwe û armanca xwe ya ji bo hilbijartinan eşkere kirin. Rêveber û namzedên Hak Parê diyar dikin ku armanca wan ew e ku bibin vebijêrka welatiyên Kurd ku neçarî partiyên din ên siyasî nebin.

Partiya Maf û Azadiyan (Hak Par) ji bo hilbijartinên şaredariyan ên 31ê Adarê, li 81 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê namzedên xwe derxistin. Ji bilî namzedên şaredariyan, li 6 navçeyan endamên meclisên şaredariyan jî derxistine û di nav gelemperiya namzedên Hak Parê de 27 jin jî hene. Serokê Giştî yê Hak Parê, bang li gelê Kurd dike ku divê bizanibin ew ne neçarî Ak Partî û Dem Partiyê ne.

Serokê Giştî yê Hak Parê Duzgun Kaplan ji K24ê re got: “Di mijara pirsa Kurd de siyaseta Tirkiyeyê de jî guhertin hewce ye, di siyaseta Kurd de jî guhertin hewce ye. Di destên wan de 150 şaredarî hebûn, ji bo pirsa Kurd çi kirin? Tiştek nekirin. 80 parlamenter hebûn, tiştek nekirin. Ew xendek, ew 8 hezar zarokên Kurdan… Em dibêjin siyaseteke aqilane hewce ye. Em vê diparêzin. Em dibêjin; siyaseteke aştiyane û aqilane, ev jî di Hak Parê de heye.”

Hak Parê, di hilbijartinên şaredariyan ên 2014an de şaredariya bajarokê Anzarê yê ser bi Mûşa Bakurê Kurdistanê ve ya ku di destê Ak Partiyê de bû bi dest xistibû û ev şaredarî di dîroka Hak Parê de bûbû şaredariya yekem a ku bi destên Hak Parê dihat rêvebirin. Ji bo vê hilbijartinê jî hemû namzedên Hak Parê bi hêvî ne û dixwazin ku bi taybetî ji bo xelkê herêmê bibin hêviya çareseriyan.

Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê yê Hak Parê Mehmet Şah Eren dibêje: “Wekî Hak Par, zimanê me hebûna me ye. Ji bo zimanê Kurdî çi pêwîst be, em ê di serî de wê bikin. Çanda me, hunera me û zimanê me di rêza pêş de ne. Em ê zarokên xwe bi zimanê dayîkê bidin xwendin.”

Partiya Maf û Azadiyan (Hak Par) di hilbijartinên giştî yên par de ji 42 hezaran zêdetir deng girtibûn û di nav 135 partiyên siyasî de ketibû rêza 18an. Rêveberên Hak Parê niha jî dixwazin ku hemû partî û welatiyên Kurd li dora wan bicivin da ku herêm bi feraseta Kurdewariyê were rêvebirin.