Agir bi “Bazara Lengeyê” ya Hewlêrê ket

Navenda Nûçeyan (K24) – Agir bi bazara navdar a Hewlêrê “Bazara Lengê” ket û tîmên agirkuj hewla kontrolkirin û vemirandina agir didin.

Peyamnêrê K24ê ragihand, agir di nîvê bazara Lengê de derketiye û ji ber mezinbûna agir, tîmên agirkuj daxwaza alîkariyê ji tîmên din kirine.

Li gor peyamnêrê K24ê, tîmên agirkuj û berevaniya sivîl li her du aliyên cadeyên 100 metrî û 40 metrî hewla kontirolkirina agir dikin û dixwazin rêyeke ewle bo gihîştina çavkaniya agir vekin, ji bo parastina dukan û kelûpelên din.

Li gorî zanyariyên destpêkê, di bûyerê de ti kes neşewitiye û tenê 2 kes tûşî bihntengiyê bûne û ji bo dermankirinê, bo Nexweşxaneya Lezgîn a Rojhilat hatine veguhastin.

Bazara Lengê ya Hewlêrê, ji bazarên navdar yên Hewlêrê ye, pêştir jî agir pê ketibû û bi şêweyekî modern hatibû nûjenkirin, bi sedan dukan lê hene û hejmareke mezin ya welatiyan karê xwe tê de dikin.