Parlamenterkî DEM Partî: Em ê bi gel re bajaran ji nû ve ava bikin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Her ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên şaredariyan nêzîk dibin, xebat û projeyên partiyan jî zelaltir dibin. Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (Dem Partî) û Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) jî bi rêya parlamenter û namzedên xwe li Diyarbekirê projeyan eşkere dikin û bi weadên xwe, daxwaza dengan ji welatiyan dikin.

Di 31ê Adara 2024an de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên şaredariyan tên kirin û partiyên siyasî jî bi soz û weadên xwe hewil didin ku dengên xwe zêde bikin. Parlamenterên Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê Dem Partiyê diyar dikin ku qeyûman di van 8 salan de tu xizmet nekirine û ew ê bi gelê herêmê re dest bidin hev û bajarên xwe bi hev re nû bikin.

Parlamenterê Dem Partiyê yê Diyarbekirê Serhat Eren ji K24ê re got: “Em ê bi çi awayî van texrîbatan tamîr bikin, em ê bi çi awayî ji holê rakin û em ê li şuna wan çi bikin? Em dibêjin ku em ê bi gelê xwe re tevbigerin û em ê bi hev re bajarekî nû ava bikin. Hinek navçeyên me hene, di kaniyên wan de ava şolî diherike. Ji bo avên me, rêyên me ango ji bo gelê me tu xizmet nekirine. Ew dixwazin çavkaniyên şaredariyan, çavkaniyên vî gelî tune bikin, paqij bikin, bifiroşin, dewir bikin da ku mirovên me birçî bihêlin.”

Partiya Dad û Geşepêdanê AK Partî jî bi namzedên xwe yên navçeyên navendî yên Diyarbekirê, zêdetir hewil dide ku bi projeyên ji bo jin û ciwanan derkevin pêş. Namzedê AK Partiyê yê Şaredariya Kayapinarê jî radigihîne ku projeyên wan ên mezin hene û ev proje hem ji aliyê civakî ve hem ji aliyê aborî ve hatine amadekirin.

Namzedê AK Partiyê yê Şaredariya Kayapinarê ya Diyarbekirê Alî Riza Firat dibêje: “Piraniya projeyên me li ser jin û ciwanan. Em ê ji bo jinan qadên civakî ava bikin ku di jiyana xwe ya rojane de dema xwe lê derbas bikin. Ji bo ciwanên zanîngehê em ê piştgiriya aborî bikin. Ji ber ku lêçûna zewacê gelek zêde bûye, em ê li xalên cuda yên bajêr hêwanên dîlanê çêbikin û bikin xizmeta welatiyan da ku barê wan hinek sivik bibe. Dîsa hem ji bo extiyaran, hem ji bo xwendekaran hem ji bo ajalan, gelek projeyên me yên mezin hene.”

Ji ber ku ev 8 sal in şaredariyên ku bi dengên Kurdan tên hilbijartin, bi destên qeyûman tên rêvebirin, weadên Dem Partiyê zêdetir li ser xizmetên şaristaniyê tên kirin. Ak Partî jî dixwaze dengên xwe di ser jin û ciwanan de zêde bike û ji bo vê jî serî li projeyên civakî dide.