Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi çend sazî û peymangehên siyasî, hizrî û lêkolînê yên Amerîkayê re dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Washingtonê bi nûnerên çend sazî û peymangehên siyasî, hizrî û lêkolînê yên Amerîkayê civiya.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Washingtonê di maseyeke taybet de bi nûnerên çend sazî û peymangehên siyasî, hizrî û lêkolînê yên Amerîkayê (Thinks Tanks) re civiya.

Di wê maseyê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ronahî xiste li ser pêşhatên dawî yên li Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir, Iraq dewleteke federal e û pêwîst e rêz li destûr û prensîpên demokrasî û federaliyê bigire û wek qewareyke destûrî û federalî serederî bi Herêma Kurdistanê re bike. Amaje bi wê yekê jî kir, gelê Kurdistanê ji bo mafên xwe yên rewa û destûrî gelek qurbanî dane û ne amade ye di bin her zextekê de dest ji mafên xwe berde.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze li ser bingeha destûrê pirsgirêkên xwe ligel hikûmeta federal çareser bike. Di vê derbarê de amaje bi giringiya dabînkirina mafên darayî û pişka bûdceya Herêma Kurdistanê bi rêya saziyên fermî û destûrî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir. Herwiha behsa pêwîstiya dubare destpêkirina hinartdekirina petrolê û parastina ewlekarî û aramiya navçeyê kir.

Di beşeke din ya vê maseyê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî behsa rewşa navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û giringiya asayîkirina rewşa wan navçeyan bi cîbicîkirina madeya 140 û rêkeftina Şingalê kir.

Di dawiyê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî bersiva pirs û têbîniyên amadebûyan da.