Namzetê DEVA: Em ê kar ji bo perwedehiya bi zimanê zikmakî bikin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Partiya Pêşketin û Demokrasiyê (DEVA) û Partiya Komarî ya Gel (CHP) projeyên xwe yên bo Diyarbekirê aşkere dikin û dibêjin pêdiviya Diyarbekir bi geşepêdanek ji her alîyî ve heye CHP balê dikêşe ser veguhastinê û DEVA projeyên bo çanda kurdî û geştiyariyê amade dike.

Di pêvajoya hilbijartinên şaredariyan de namzetên partiyan projeyên xwe bi raya giştî re parve dikin û di nava projeyan de derbarê hemû qadên jiyanê de xebat hene. Namzetê Partiya DEVA yê ku bijişk e dide zanîn ku ewê ji bo kesên zarokên wan çênabin fonek teybet amade bike, qenalên avê nava bajêr re derbas bike, bo çand û hunera kurdî projeyan têxe meriyetê, firokexaneya serbazî ji nava bajêr derbixe, bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî xebatan bimeşîne û bo vegerandina navên kurdî rêbazên bibandor bi kar bîne.

Namzetê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir ê Partiya DEVA Cenap Ekîncî ji K24ê re got: “Projeya me ya yekem de ziman, çand û hunera kurdî heye. Bo çand û hunera kurdî emê operayek ji berhemên Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran amade bikin. Her wiha bo kesên ku zarokên wan çênabin emê fonek amade bikin û alîkariyê kom bikin û alîkariya teknîkî bidin.”

Mezintirîn partiya opozîsyonê Partiya Komarî ya Gel CHP jî li Diyarbekirê dest bi xebatên bangeşiyê kiriye û namzetê CHPê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir bang dike ku divê ji aloziyan dur bi awayeke aram di nava aştiyê de pê şer û pevçûn hilbijartin bi dawî bibe û dibêje pirsgirêka sereke li Diyarbekirê vaguhastina nav bajêr e.

Namzetê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir ê CHPê Cafer Pekdemîr dibêje: “Emê di warê perwerdehiyê de projeyan têxin meriyetê, di warê tendirustiyê de dê xebatên me hebin. Bo veguhastina nav bajêr projeya rêya hesin emê cîbicî bikin. Bi teybetî pirsgirêka sereke ya bajêr niha veguhastina nav bajêr e êmê ji vê pirsgirêkê re çareserî bibînin û emê giringiyê bidin danasîna bajêr jî.”

Li Diyarbekir namzet jî zehf in û proje jî zehf in. Lê hemu projeyên namzetan li ser 2 xalan rudinin. 1- Çareseriya Pirsa Kurd e, 2- Geşepêdana aboriyê ye.