Hemî alî bi giringî ve behsa civînên Mesrûr Barzanî yên li Waşintonê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Civînên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê bûne cihê giringîpêdana hemiyan. Şareza û berpirsên wî welatî amajeyê didin ku, divê Amerîka giringiya Herêma Kurdistanê fêm bike û givaştinê bixe ser Bexdayê ku dest bi hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bike.

Hemî alî bi giringî ve behsa civînên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi berpirs, senator, balyoz û kesatiyên Amerîkayî re dikin.

Berdevkê Komeleya Pîşesazî ya Petrola Herêma Kurdistanê ku wekî Apikur tê naskirin Myles B. Caggins yek ji wan kesan bû yên ku bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re civiya û ji K24ê re ragehand, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji berpirsên Waşintonê re ragehandiye ku, dixwaze sîstema bergiriya asmanî û dijemoşekan bi Herêma Kurdistanê bê dan”.

Myles B. Caggins got, “Serkwezîr Barzanî tekez kir ku divê Herêma Kurdistanê bê parastin. Ew dixwaze arêşeya budceyê bi Bexdayê re bê çarekirin û êdî budce û mûçeyên fermanberan wekî çekekî siyasî li dijî Herêma Kurdistanê neyê bikaranîn”.

Endamê Berê yê Civata Nûerên Amerîkayê Trent Franks jî ji K24ê re ragehand, “Pêdivî ye îdareya Biden rasterast arîkariya serbazî ji bo Herêma Kurdistanê bike û fêm bike ku Herêma Kurdistanê li Rojhilata Navîn hevpeymaneke giring a Amerîkayê ye”.

Trent Franks got, “Dema min pêşniyar kir ku rasterast arîkariya serbazî ji bo Herêma Kurdistanê bê kirin, me karî wê pêşniyarê li Civata Nûneran bipejirînin, lê îdareya Obama li Civata Pîran rê lê girt, lewma min bawerî bi îdareya Biden nîne ku karê durist bike. Ez daxwazê ji îdareya Biden dikim ku piştevaniya Kurdan bike”.

Şarezayê Serbazî Ernie Audino jî bi giringî ve behsa serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo Waşintonê kir û amaje da, “Îranê bizav kiriye Herêma Kurdistanê bixendiqîne, divê Amerîka daxwazê ji Îraqê bike ku dest bi hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bike”.

Audino herwesa got, “Divê Amerîka zêdetir pêngavan ji bo binecihkirina sîstema bergiriyê ya asmanî li Hewlêrê û herwesa ji bo hêzên me jî li wê derê biavêje, herwesa rasterast Pêşmergeyan pirçek bike”.

Roja Şemê, 24.02.2024, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi vexwandineka fermî gehişt Waşintona paytexta Amerîkayê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî hejmareke civînan bi berpirsên bilind ên wî welatî re li Koçka Spî, Wezareta Derve û Kongirêsê dike.

Tewerê serekî yê wan civînan girêdayî zêdetir pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê û dawî guhertin û pêşveçûnên rewşa giştî ya Îraq û deverê dibe.